Şaredariya Qamişloyê buhayên ampêran ên Tîrmehê aşkera kirin

Şaredariya Gel a Qamişloyê buhayê ampêrên jeneratoran ên ji bo meha Tîrmehê aşkera kirin.

 Şaredariya Qamişloyê buhayên ampêran ên Tîrmehê aşkera kirin
4 tîrmeh, 2026   14:52
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Qamişloyê piştî civînekê ku nûnerên meclisa bajêr, Yekitiya Jeneratoran, Odeya Pîşesaziyê û Komîteya Sotemeniyê ya Qamişloyê beşdar bûn, Biryarnameya 2 a têkildarî rêziknameya xebitandina jeneratoran di meha Tîrmehê (2026) de derxist. 

Li gorî biryarnameyê buhayên ampêran ên meha Tîrmehê wiha ne:

Buhayê ampêreke bi mazota xizmetê ku 8 saetan dixebite, 17 hezar lîre ye.

Buhayê ampêrek ji bo jeneratorên ku 12 saetan dixebite 7.5 dolar e, 8 saetên mazota xizmetê jî di nav de.

Buhayê ampêrek ji bo jeneratorên ku 8 saetan bi mazota bazarê dixebitin, 12 dolar e.

Buhayê ampêrek ji bo jeneratorên ku 24 saetan dixebitin 25 dolar e, 8 saetên mazota xizmetê jî di nav de.

Li gorî biryarnameyê, xwediyên jeneratoran ku bi zanebûn jeneratorên xwe bi mebesta paşguhkirina erkên xwe vemirînin, dê milyonek lîre cezayê pereyan lê were birîn. Eger were dubarekirin, jenerator dê were rakirin.

Nabe ku xwediyên jeneratoran bi tu awayî ji bo sererastkirinê pereyan ji aboneyan bixwazin. Ev lêçûn berpirsyariya xwediyên jeneratorêan e. Binpêkirina vê rêziknameyê dê bibe sedema rawestandina destûrê û desteserkirina jeneratorê.

Divê abone, pereyên xwediyên jeneratoran di navbera 1-10’ê her mehê de bidin.

(k)

ANHA