Li Dirbêsiyê qedexeya motorsîklêtan dest pê kir

Piştî ku biryara qedexekirina motorsîklêtan li parêzgeha Hesekê pêk hat, Rêveberiya Trafîkê ya Dirbêsiyê qedexeya beşî ragihand.

Li Dirbêsiyê qedexeya motorsîklêtan dest pê kir
Li Dirbêsiyê qedexeya motorsîklêtan dest pê kir
Li Dirbêsiyê qedexeya motorsîklêtan dest pê kir
4 tîrmeh, 2026   15:28
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

1`ê Tîrmehê Gerînendetiya Trafîkê ya Parêzgeha Hesekê di çarçoveya rêgirtina li ber bûyerên trafîkê û pêşxistina ewlehiya giştî, dest bi pêkanîna biryara birêxistinkirina tevgera motorsîklêtan li hundirê bajarên parêzgehê kir.

Li bajarê Dirbêsiyê Rêveberiya Trafîkê qedexeya beşî ya rojane danî. Qedexe saet ji 19:00’an heta 07:00`an didome.

Endamê Rêveberiya Trafîkê ya Dirbêsiyê Ebdulhemîd Hac Elî ji ajansa me re diyar kir ku wan biryar piştî lêkolînkirina rewşa bajêr û pêwîstiyên wê daye. Elî da zanîn ku qedexe tenê li ser çûn û hatina li kolana Sûka Navendî ye, li gorî dema ku hatiye diyarkirin çêdibe ku motorsîklêt li herêmên din bên bikaranîn.

Hac Elî destnîşan kir ku motorsîklêt ji bo piraniya welatiyan jêdera debarê ne, qedexeya beşî rê dide ku xwediyên wan di saetên rojê de karê xwe bikin, ev yek hevsengiya di navbera pêwîstiyên kar û parastina sîstema giştî de pêk were.

Hac Elî da zanîn ku kesên biryarê binpê bikin dê cezayê pereyan (50 hezar lîre) lê bê birîn û motorsîklêtên wan 19 rojan ji dest wan bên girtin. Kesên ku temenê wan kêmî temenê qanûnî yê ajotinê motorîskilêtê biajon jî dê cezayê pere lê bê birîn û 3 rojan motorsîklêt ji destê wan bê girtin. Divê malbatên wan jî bi rêya kaxezên qanûnî sozê bidin ku vê binpêkirinê dubare neke.

(sb)

ANHA