Şaredariya Qamişloyê amadekariya bersivdana rewşên awarte ragihand

Di çarçoveya hewlên misogeriya selametiya giştî û berdewama xizmetên bingehîn de Şaredariya Gel a Qamişloyê diyar kir ku li gel rewşa hewayê, qeşa û berfê wê tedbîrên guncaw girtin.

Şaredariya Qamişloyê amadekariya bersivdana rewşên awarte ragihand
Şaredariya Qamişloyê amadekariya bersivdana rewşên awarte ragihand
Şaredariya Qamişloyê amadekariya bersivdana rewşên awarte ragihand
Şaredariya Qamişloyê amadekariya bersivdana rewşên awarte ragihand
Şaredariya Qamişloyê amadekariya bersivdana rewşên awarte ragihand
31 kanûn, 2025   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariya Gel a bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê ragihand ku bi armanca kêmkirina qezayan, misogeriya ewlehiya şêniyan û berdewama xizmetên bingehîn dest bi tedbîrên danûstandina bi rewşên awarte re, li gel qeşayê û barîna berfê, kir.

Di vê çarçoveyê de, şaredariyê komîteyek taybet bi parastina sivîlan ji Şîrketa Zagros, beşa kanalîzasyona, Foca Agirkujiyê ya Qamişloyê, Beşa Dîsîplînê pêk tê, ava kir. Ev komîte wê ji bo rewşên awarte yên muhtemel amade ye.

Şaredariyê diyar kir ku wê wesayît û alavên weke treks û kamyon amade kirine û xistine rewşa amadekariyê, da ku destwerdana lezgîn di dema girtina rêyan de yan jî çêbûna qezayan de bike.

Tîmên reşandina xwê li ser rêyên sereke û hîzama derdora bajêr dest bi karê xwe kir, da ku qeşa çênebe û tevgera çûn û hatinê hêsan bibe.

Şaredariyê da zanîn ku wê plana awarte ji bo destwerdana demildest daniye û di navbera aliyên xizmetguzarî yên eleqedar de di nava hevkariyê de ye.

Şaredariyê di dawiyê de bang li şêniyan kir ku bi tîmên taybet re hevkar bin û pabendî talîmatên ji aliyên eleqedar derdikevin bin.

(fr)