Rêveberiya Trafîkê hişyarî da ajokaran

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li ajokaran kir ku di ajotinê de baldar û hişyar bin, nexasim li ser rêyên lez û çandiniyê, da ku qezayên şemitandinê çênebin.

Rêveberiya Trafîkê hişyarî da ajokaran
31 kanûn, 2025   17:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajar û bajarokên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berf -baran dibare û bayekî xurt heye, bi wê re tevgera li ser rêyên di navbera bajaran de zehmet bûye û dîtin kêm bûye. Ev rewş heta sibe (pêncşemê) didome.Di vî warî de Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Herêmê bang li ajokaran kir ku di ajotinê de baldar û hişyar bin, heta ne pêwîst e ji malên xwe dernekevin û ji bo selamtiya giştî pabendî talîmatên trafîkê bin.

Rêveberiyê di daxuyaniyek de din de da zanîn ku çûn û hatina li ser rêyên kantonên Cizîr û Firatê ji ber berfê zehmet e, rêyên li kantonên Tebqa û Reqayê ji ber baranê zehmet e, rêyên li kantona Dêrazorê jî vekirî ne.

Rêveberiyê bang li welatiyan kir ku pabendî talîmat û qanûna trafîkê bin, lezê kêm bikin û mesafeyeke ewlehiy di navbera erebeyan de bihêlin, di rêyên nebaş re neçin.

Rêveberiyê ji bo alîkariyê reqemên awarte diyar kirin; odeya operasyonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 0988646814 û odeya operasyonên kantona Cizîrê 0932553783.

(fr)