Şaredariya Hesekê û komînan planên 2026ˊan nîqaş kirin

Şaredariya Gel a Hesekê bi beşdariya nûnerên komînên bajar civînek berfireh lidar xist. Di civînê de pêdiviyên bajar hatin nîqaşkirin û plana xebatên sala 2026’an hatin nirxandin.

Şaredariya Hesekê û komînan planên 2026ˊan nîqaş kirin
Şaredariya Hesekê û komînan planên 2026ˊan nîqaş kirin
Şaredariya Hesekê û komînan planên 2026ˊan nîqaş kirin
Şaredariya Hesekê û komînan planên 2026ˊan nîqaş kirin
Şaredariya Hesekê û komînan planên 2026ˊan nîqaş kirin
Şaredariya Hesekê û komînan planên 2026ˊan nîqaş kirin
Şaredariya Hesekê û komînan planên 2026ˊan nîqaş kirin
Şaredariya Hesekê û komînan planên 2026ˊan nîqaş kirin
Şaredariya Hesekê û komînan planên 2026ˊan nîqaş kirin
7 tebax, 2025   14:54
HESEKÊ

Şaredariya Gel a Hesekê bi armanca amadekariyên plana xebatan a sala 2026’an bi beşdariya endamên komînan re civînek berfireh lidar xist. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê endama Rêveber a Meclîsa bajarê Hesekê Helîma Izê bi xêrhatina beşdaran kir û giringiya hevbeşiya nerîn û xebatê ya di navbera civak û saziyan de, anî ziman. 

Helîma Izê, da zanîn ku civîn bi armancagirtina nerîna komînan pêk hatiye û wiha dom kir: “Pêşniyar û nerînên komînan dê bibe zemîna bingehîn a amadekirina plana sala bê. Girîng e em li ser esasê hevbeşiyê tev bigerin. Ev dê rewşa xizmetguzariyê û zemîna tevlîkirina civakê di biryardayînê de zêdetir bibe.”

Paşê di civînê de nîqaşeke vekirî di navbera beşdaran de çêbû. Nerînên cûda cûda li ser rewşa binesaziya bajar, girîngiya çaksazkirina rêyan, pêşxistina toreyên kanalîzasyonê, di heman demê de girîngiya çêkirina pirojeyên jîngehî û pêşxistina çanda çandina daran û zêdekirina herêmên kesek di nava bajar de, derketin.

Komîteya amadekar a civînê hemû nerîn, nirxandin û pêşniyar belge kirine. Ew ê ji aliyê xwe ve wan lêkolîn bikin da ku di reşnivîsa plana salan bê de bi cih bikin.

Di dawiya civînê de Şaredariya Gel a Hesekê diyar kir ku dê plana sala 2026’an li ser esasê pêşniyar û nerînên di civînê de derketin, bin. Ev bi armanca pêşxistina rewşa binesazî û xizmetguzariyê, ye.

(dc/fr)

ANHA