Ji Desteya Çandê ya Tebqayê pêşbirka arîtmetîkê

Desteya Çandê ya Kantona Tebqayê amadekariya destpêkirina arîtmetîkê yan jî zanista hesabê dike. Ev çalakî bi armanca pêşxistina derûnya zarokan bi rê ve diçe û cara yekem li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar dikeve.

Ji Desteya Çandê ya Tebqayê pêşbirka arîtmetîkê
7 tebax, 2025   17:09
 TEBQA

Pêşbirka arîtmetîkê beşek hewldanên piştgiriya zarokan û pêşxistina jêhatîyên wan ên derûnî ye. Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Tebqayê, bi hevkariya Weqfa ‘Super Activity’ vê çalakiya perwerdehî û pêşbirkê ji bo zarokan lidar dixe.

Hevserokê Desteya Çandê ya Tebqayê Elî El Elaya der barê mijarê de got ku ev pêşbirk di 11’ê Tebaxê de dest pê dike û destnîşan kir ev gaveke nû bi armanca mezinkirin û pêşxistina nerîna derûnî û behremeniya zarokan e. 

El Elaya her wiha li ser mijarê ev agahî parve kir: “Dê li navenda Çand û Hunerê ya Tebqê were lidarxistin. Rojekê dirêj bike. 60 zarokên temenê wan di navbera 4-14 saliyê de beşdar bibin."

El Elaya di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku dê pêşbirkên cûrbecûr di warê aritmetîkê, Kuba Rubik, Sudoku û Sorbana Japonî de lidar bixin û rê li ber zarokan vedike îfadeya hezkirinên xwe bikin û behremaniyên xwe zindî bikin.

El Elaya der barê pêşbirkê de ev agahî zêde kirin û got: "Ev çalakî cara yekem li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin. Ew dê ji aliyê buroya şopandina jêhatiyên hunerî û çandî ya desteyê û Weqfa Super Activity ve were koordînekirin. Komîteyeke amadekar a taybet ji bo şopandina zarokên beşdar bibin, hatiye avakirin."

Hevserokê Desteya Çandê ya Tebqayê Elî El Elaya di axaftina xwe de armanca pirojeya xwe anî ziman û diyar kir ku armanca wan a sereke pêşxistina zîrekî û behreyên zarokan e û wiha dawî li gotina xwe anî: “Her zarokek di mijarekê de zîrek û jêhatî ye. Em hewl didin ku jêhatiyên wan himbêz û di riya navenda çandê wê mezin bikin.”

(dc/şx)

ANHA