Şaredariya Gel a Helebê civîna salane li dar xist

Civîna salane ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bi çend pêşniyaran ku dê di sala nû de pêk werin bi dawî bû.

Şaredariya Gel a Helebê civîna salane li dar xist
Şaredariya Gel a Helebê civîna salane li dar xist
Şaredariya Gel a Helebê civîna salane li dar xist
Şaredariya Gel a Helebê civîna salane li dar xist
12 kanûn, 2023   19:20
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civîna xwe ya salane bi dirûşma "Dema em ji jiyanê hez dikin, em ji welat hez dikin û kî ji welat hez neke ne hêjayî jiyanê ye" li hola Telat Helebî ya dikeve rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi amadebûna gel, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, hêzên leşkerî û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) endamên şaredariyê û rêveberên Şaredariya Gel a kantona Şehba û Efrînê li dar ket.

Hevseroka Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Sêvîn Amûnî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der bare aboriyê de xwendin.

Paşê cîgira hevserokatiya Şaredariya Gel a Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Egîd Mihemed rewşa siyasî şîrove kir û got: "Li gel rewşa li herêmên Rojhilata Navîn xuya dibe ku modernîteya demokratîk, dibe bibe çareseriya bingehîn a pirsgirêkên li herêmê."

Mihemed balkişand ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana wî, dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û Şebayê, projeyê şaredariyê pêk anîne û got: "Şaredariyê, li gor derfetên xwe hezar û 206 metre torên kanalîzasyonê bi yên nû guhertin, giliyên welatiyan bi hevkariya meclisên xizmetguzariyê şopandin.

Mihemed destnîşan kir ku tevî bi zehmetî maozt dikeve taxê, lê dîsa jî Maliya Giştî û stasyona sotemeniyê hewl didin mazotê bi nirxên guncew ji welatiyan re peyda bike ji bo ku piştgiriyê bide hilberînerên li taxê. Mihemed da zanîn ku ji bo kontrolkirina buhaya ampîran her êvarê li ser jeneratorên li taxê digerin û heftane raporan amade dikin.

Dûre têkildarî kar û xebatên şaredariyê, sinefizyonek hate pêşandan.

Paşê, têkildarî rewşa rêxistinî pêşniyar hatin kirin. Der barê de, nivîsgeha fenî Ednan Caro got: "Tevî astengiyan, dorpêçê, kar heta astekê baş dimeşe. Em hêvî dikin ku senaryoya astengiyan, sala bê dubare nebe ji bo ku em bikarin plansaziya xwe bînin cih."

Girêdayî heman mijarê, endamê Rêveberiya Geracê û Sotemeniyê Mistefa Şahî, spasiya hewldanên karmendan kir ku tevî derfetên kêm hîna li ser karê xwe ne û diyar kir ku di van rewşan de serî li rêbazên berê didin ji bo ku rewşa xizmetguzarî li her du taxan pêş bixin.

Dawiyê cîgira hevserokatiya Meclisa Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Esmehan Mihemed pêşniyarên hatine erêkirin xwendin; tev li pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bibin, lidarxistina perwerdeyên heftane û mehane ji bo tevahî beşan, vekirina dewreyên bîrdozî û meslekî, piştî erêkirina hevpeymana civakî amadekirina hilbijartinan, lidarxistina hemleyên hişyariya giştî, çandina daran li kolanên stratejîk, şopandina kar û xebatên sererastkirina kanalîzasyonê, avê, û kehrebeyê li gor derfetan.

(şx)

ANHA