Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser hevpeymana civakî erê kir

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevpeymana civakî erê kir.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser hevpeymana civakî erê kir
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser hevpeymana civakî erê kir
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser hevpeymana civakî erê kir
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser hevpeymana civakî erê kir
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser hevpeymana civakî erê kir
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser hevpeymana civakî erê kir
12 kanûn, 2023   18:25
REQA

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser îro civîna xwe ya asayî ya hejmar 91 li dar xist û hevpeymana civakî ya ku Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeyamnê beriya çend rojan jê re pêşkêş kiribû, erê kir. 

Di civîna li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweser a Reqayê de li dar ketiye, Desteya Serokatiyê ya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser, nûnerên meclisên qanûnsaz yên 7 herêman, hazir bûn.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir El Silêman 134 bendên hevpeymanê yek yek xwendin û ji aliyê beşdaran ve hatin nirxandin.

Dawiya civînê, Meclisa Giştî hevpeyamn erê kir. Ji dîroka derxistina wê dê bikeve meriyetê.

(şx)

ANHA