Şaredariya Gel a El Şihêl dest bi sererastkirina rêyan kir

Şaredariya Gel a El Şihêl bi hevkariya Yekitiya Şaredariyan a Kantona Dêrezorê dest bi sererastkirin rêyên xirabe yên di nava bajêr de kir.

Şaredariya Gel a El Şihêl dest bi sererastkirina rêyan kir
7 gulan, 2025   12:05
DÊRAZORÊ

Şaredariya Gel a bajarê El Şihêl ê kantona Dêrezorê dest bi sererastkirina rêyên sereke û yên taxan kir. Tîmên şaredariyê qûm û kevirên şikandî li rêyan reşandin.

Biryar e Şaredariya Gel 15 rêyan sererast bike, di nav wan de rêyên serekî û yên taxan hene; Rêya El Sedda, Rêya Şebeka, Rêya Fabrîqeya Xalîçeyan, Rêya Goristanê û Kolana Şaredariyê, tevî çend rêyên din.

Ji rêveberên şaredariyê Miqdam El Ugla got dê rêyan wek tedbîreke awarte sererast bkin, da ku meha bê xebatên asfaltkirinê dest pê bikin.