Li Stenbolê careke din erd hejiya

Li bajarê Stenbolê a tirkiyê bi mezinahiya 3.4 pileyî careke din erdhejek pêk hat.

Li Stenbolê careke din erd hejiya
7 gulan, 2025   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan, li peravên Buyukçekmece yên li Derya Marmarayê bi mezinahiya 3.4 pileyî erd hejiya.

Hate ragihandin ku erdhej saet di 12:22'an de pêk hat.