Şaredariya Çilaxa dest bi qîrkirina rêyan kir

Şaredariya Gel a Çilaxayê di çarçoveya pêkanîna plansaziya xwe ya îsal de, dest bi sererastkirin û qîrkirina rêyan kir. Ev xebat dê li gorî du qonaxan pêk were.

26 tîrmeh, 2026   16:26
QAMIŞLO

Sererastkirin û qîrkirina rêyan yek ji plansaziya îsal (2026) a Şaredariya Gel a  bajarê Çilaxayê ye. Xebatên sererastkirin û qîrkirinê ku îro dest pê kirin. Şaredarî çavdêriya teknîkê li vê xebatê dike û Kampanyaya Cûdî jî pêk tîne.

Xebatên qîrkirinê ji deriyê rojava yê têketina bajar dest pê kirin. Li gorî agahiyên ku berpirsên vê xebatê dane ajansa me, rêya giştî ya ji têketina rojava ya bajêr heya têketina rojhilat dê were qîrkirin. Her wiha rêyên şaxê dê bi dirêjahiya 30 kîlometreyan werin sererastkirin.

Sererastkirin û qîrkirina rêyan dê li gorî du qonaxan pêk were. Di qonaxa yekemîn de dê rêya giştî bi madeya M.C.O were raxistin, piştre dê tebeqeya yekemîn bi 5cm û firehiya 38,400 m2 were qîrkirin. Lêçûna vê qonaxê 30, 720 dolar e.

Di qonaxa duyemîn de ku lêçûna wê 188, 160 dolar e, dê tebeqeya dawîn bi 7cm careke din were qîrkirin.

Li gorî şaredariyê, dibe ku ev xebat di nava 10-15 rojan bi dawî bibe.

(bb)

ANHA