Lubnan: Îsraîlê bicihbûna hêzên me li başûr asteng dike

Artêşa Lubnanê daxuyand ku Îsraîlê binpêkirina lihevkirinên der barê başûrê welêt de didomîne û bicihbûna hêzên wê asteng dike.

Lubnan: Îsraîlê bicihbûna hêzên me li başûr asteng dike
26 tîrmeh, 2026   17:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Lubnanê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Îsraîlê binpêkirina lihevkirinên der barê başûrê welêt de didomîne.

 Li gorî artêşê, kiryarên Îsraîlê temambûna bicihbûna yekîneyên hêzên Lubnanê ya li gorî lihevkirina di navbera Îsraîl û Lubnanê de ya ku bi sponseriya DYA‘yê çêbûye, asteng dike.

Artêşa Lubnanê destnîşan kir ku hêzên Îsraîlê operasyonên sîstematîk ên rûxandina malan û topbarankirina herêmên başûr didomînin û diyar kir kuk ev kiryar li dijî lihevkirinan û qanûnên navneteweyî ye, di heman demê de nahêle bicihbûna artêşa Lubnanê li herêmên ku di çarçoveya peymana çarçoveyî de hatine destnîşankirin, temam bibe.

Piştî ku DYA‘yê qonaxa yekemîn a peymanê ragihand, ku bajarokên Zoter a Rojava, Ferûn û Serîfayê wekî herêmên "Ceribandinê" hatine destnîşankirin,  artêşa Lubnanê di 21‘ê Tîrmehê de dest bi belavkirina hêzên xwe li bajarokê Zoter a Rojava kir.

Piştî 5 torên mûzakereyan ku bi sponseriya Amerîkayê pêk hatin, di 26‘ê Hezîranê de peymana çarçoveyî di navbera Îsraîl û Lubnanê de çêbû. Li gorî peymanê, hêzên Îsraîlê ji herêmên başûrê Lubnanê vedikişin û artêşa Lubnanê bi cih dibin. Her wiha divê çek di destê komên çekdar ên derveyî çarçoveya dewletê de nemînin.

Lê Hizbullah bi israr e çekên xwe daneyne û encamên mûzakereyên Lubnan û Îsraîlê red dike.

(bb)