Şaredariya Amûdê daxwaza pareke din a zîftê dike

Xebatên zîftkirina rêyên sereke li bajarê Amûdê didomin. Ji berku  para zîftê ya bi qedera 3 hezar û 500 metrekab têra rêyên ku zirardîtî nekir, Şaredariya Gel daxwaza pareke din dike.

Şaredariya Amûdê daxwaza pareke din a zîftê dike
Şaredariya Amûdê daxwaza pareke din a zîftê dike
Şaredariya Amûdê daxwaza pareke din a zîftê dike
22 tîrmeh, 2026   07:18
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Şaredariya Gel a Amûdê di çarçoveya plana xizmetguzariyê ya salane de xebatên zîftkirina rêyên sereke didomîne. 

Hevşaredara Amûdê Ranya Yûnis diyar kir ku ji bo projeya zîftkirina rêyên sereke 300 hezar dolar hatibû diyarkirin û ev di xebatên heya niha de hatiye bikaranîn. Ranya Yûnis destnîşan kir miqdara zîftê ya ku hatibû diyarkirin têra hemû rêyên zirardîtî nekir.

Ranyayê da zanîn ku ji bo berdewamkirina zîftkirina rêyên ku zirar dîtiye, pêwîstiya şaredariyê bi derdora 2 hezar û 500 metrekabî heye û diyar kir ku divê para zîftê ji bo bajarê Amûdê di demên pêş de bê zêdekirin.

(sb)

ANHA