Şandeyên Îsraîl û Hemasê ji bo hevdîtinan li Misirê ne

Şandeyên Hemas û Îsraîlê ji bo hevdîtinê li Misirê ne. Şande dê mijarên agirbestê û serbestberdana girtiyan nîqaş bikin.

Şandeyên Îsraîl û Hemasê ji bo hevdîtinan li Misirê ne
6 cotmeh, 2025   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyên Hemas, Îsraîl û DYA’yê dê îro li Misirê dest bi dan û standinên nerasterast bikin da ku li ser berdana girtiyên li Xezayê û rawestandina şer nîqaş bikin. Hevdîtin dê li devera Şarm El Şêx were lidarxistin.

Derdora hefteyekê piştî ragihandina plana DYA’yê ya ji bo Xezaya dorpêçkirî, zextên serokê DYA’yê Donald Trump ên li ser Îsraîl û Hemasê zêdetir bûn. Trump bang li rayedarên Îsraîl û Hemasê kir ku bi lez gavan biavêjin û destnîşan kir ku dan û standinên pêşîn gelekî erênî bûn.

Rayedarekî Hemasê aşkera kir ku şandeya Hemasê ya bi serokatiya Xelîl El Heya duh êvarî gihaştiye Misirê. Rayedar anî ziman ku dê îro li Qahîreyê bi navbeynkarên misirî û qeterî re hevdîtinên pêşîn pêk werin, piştre jî dê bi şandeya Îsraîlê re dest bi gera dan û standinên nerasterast bikin.

Rayedarê Hemasê diyar kir ku di dan û standinên nerasterast de dê "li ser mekanîzmayên agirbestê, vekişîna hêzên Îsraîlê û guhertina girtiyan, dîroka destpêkirina qonaxa yekem a plana guhertina girtiyan a Trump, nîqaş bikin. Her wiha destnîşan kir ku li ser diyarkirina dîroka agirbesta demkî were nîqaş werin kirin da ku şert û mercên li ser erdê ji bo destpêkirina pêvajoya guhertinê werin amadekirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî ragihand ku wî îro şandeyeke dan û standinan şandiye Şarm El Şêx.

Serokê DYA’ê Donad Trump 29’ê Îlonê planek pêşkêş kiribû. Li gorî planê, şerê Xezayê were rawestandin, di nava 72 saetan de hemû girtî werin berdan, Îsraîlê hêdî hêdî ji Xezayê vekişe û Hemasê çekan deyne.

Trump gotibû ew dixwaze di pêvajoya pêşîn de anku ji destpêka vê hefteyê ve, hemû girtî werin berdan û hişyarî da Hemasê ku ew qebûl nake pêkanîna planê were derengxistin.

Hemasê aşkera kiribû ku ew dixwaza bigihêjin lihevkirina agirbestê û li gorî rewşê tavilê girtî bi hev werin guhertin.

Tevî bangên Trump ên li Îsraîlê ku êrişên xwe rawestîne, artêşa Îsraîlê êrişên xwe didomîne. Li gorî Saziya Parastina Sivîl a Filistînê, di êrişên duh de 60 kes û di êrişên îro de jî 20 kes hatine kuştin.

(bb)