Hêzên Îranê çalakvana Kurd Zîlan Kemanger destgîr kir

Hêzên ewlehiyê yên Îranê çalakvana Kurd a bi navê Zîlan Kemanger li bajarê Kamyaran destgîr kir. Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku destgîrkirin bêhiqûq e û agahî ji Kemangerê nayê wergirtin.

Hêzên Îranê çalakvana Kurd Zîlan Kemanger destgîr kir
29 cotmeh, 2025   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên îstixbaratê yên Îranê (Îtlaet) bi ser mala çalakvana Kurd a bi navê Zîlan Kemanger a ji bajarê Kamyaran ê Rojhilatê Kurdistanê de girt û ew destgîr kir.

Têkildarî destgîrkirina Zîlan Kemanger, Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku tu biryareke dadgehê ji bo girtina Zîlan Kemanger nehatiye dayîn. Her wiha rêxistinê eşkere kir ku di dema serdegirtina mala Kemanger de, hêzên ewlehiyê li mala wan û li ser wan lêgerîn kirine û dest danîne ser telefona hevserê wê.

Hate zanîn piştî ku Zîlan Kemanger hate destgîrkirin, ew birin navenda Îtlaetê ya li bajarê Sine û heta niha agahî jê nayê wergirtin.