Şandeyek PYDˊê serdana Sekreteriya Giştî ya Karûbarên Siyasî ya Şamê kir

Şandeyek ji PYDˊê serdana Sekreteriya Giştî ya Karûbarên Siyasî ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê li Şamê kir.

Şandeyek PYDˊê serdana Sekreteriya Giştî ya Karûbarên Siyasî ya Şamê kir
Şandeyek PYDˊê serdana Sekreteriya Giştî ya Karûbarên Siyasî ya Şamê kir
Şandeyek PYDˊê serdana Sekreteriya Giştî ya Karûbarên Siyasî ya Şamê kir
Şandeyek PYDˊê serdana Sekreteriya Giştî ya Karûbarên Siyasî ya Şamê kir
13 gulan, 2026   23:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro serdana Sekreteriya Giştî ya Karûbarên Siyasî ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê li Şamê kir. Şande ji Hevserokê PYDˊê Xerîb Hiso, Hevserokên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYDˊê Sema Bekdaş û Silêman Ereb û endama Meclisa Giştî ya PYDˊê Sureya Mustafa û Hesen Ebdullah pêk tê.

Şand ji aliyê Ebas Huseyîn û çend endamên Sekreteriya Giştî ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de pêşketinên siyasî yên heyî li Sûriyeyê û herêmê, û her wiha rêbazên xurtkirina diyaloga siyasî di vê qonaxê de, da ku aramî û têgihîştin di navbera aliyên cûda yên Sûriyeyê de pêş bikevin, hatin nîqaşkirin.

Her du aliyan peymana 29ˊê Çile ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de nîqaş kirin. Çend mijarên sereke hatin nîqaşkirin, bi taybetî vegera koçberan bo bajar û herêmên wan, berdana dîlgirtiyanû mijara entegrasyonê û bandorên wê yên siyasî, leşkerî û îdarî.

Di hevdîtinê de her wiha li ser Fermana serokkmariye gorî  Hejmar 13ˊan a der barê taybetmendbûna Kurdan li Sûriyeyê de nîqaş hat kirin, di heman demê de girîngiya misogerkirina mafên neteweyî û çandî yên gelê Kurd di çarçoveya Sûriyeyeke demokratîk û piralî de ku mafên hemû pêkhateyan diparêze, hat tekezkirin.

(fr)