Li dijî kampa Cêjnîkanê ya li ser sînorê Hewlêrê êriş

Duh derengiya şevê bi du droneyan êrişî kampa Cêjnîkan ya li sînorê bajarê Hewlêrê hate kirin, lê der barê ziyanên êrişê de agahî nehatin belavkirin.

Li dijî kampa Cêjnîkanê ya li ser sînorê Hewlêrê êriş
14 gulan, 2026   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, duh derengiya şevê kampa Cêjnîkan ya li sînorê bajarê Hewlêrê ku alîgirên partiyek Rojhilatê Kurdistanê lê diman, bi du droneyan hate hedef girtin.

Lê der barê encamên êrişê de ti agahî nehatin bidestxistin.

Hêjayî gotinê ye ku gelek caran êrişî kampa Cêjnîkan ya li sînorê bajarê Hewlêrê hatiye kirin ku kampek niştecihbûnê ya welatiyên nêzîkî partiyek opozîsyonê ya Rojhilatê Kurdistanê ye.