Şandeyek ji Rêxistina Hevgirtina Afro-Asyayî serdana Qamişloyê kir

Îlham Ehmed bi şandeya Rêxistina Hevgirtina Afro -Asyayî re li Qamişloyê civiya, pêşdeçûnên navneteweyî û herêmî, nexasim jî rewşa Sûriyeyê, rêbazên hevkariya hevbeş û vekirina asoyê nû ji bo xebatê nîqaş kirin.

Şandeyek ji Rêxistina Hevgirtina Afro-Asyayî serdana Qamişloyê kir
Şandeyek ji Rêxistina Hevgirtina Afro-Asyayî serdana Qamişloyê kir
Şandeyek ji Rêxistina Hevgirtina Afro-Asyayî serdana Qamişloyê kir
Şandeyek ji Rêxistina Hevgirtina Afro-Asyayî serdana Qamişloyê kir
18 tebax, 2026   18:04
NAVENDA NÛÇEHAN

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve a Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed îro li bajarê Qamişloyê bi Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevgirtina Afro-Asyayî Dr. Mihemed Îhsan û şandeya pê re re civiya. Her du aliyan li ser pêşketinên navneteweyî û herêmî, her weha rêbazên pêşxistina hevkariya hevbeş nîqaş kirin.

Şande ji Azad Îbrahîm Mihyedîn û Seîd Nisret Xorşîd pêk hat. Di civînê de nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li Qahîreyê Leyla Mûsa û berpirsê dosyaya “terorê” ya Daîreya Têkiliyên derve Xalid Îbrahîm amade bûn.

 Di hevdîtinê de pêşdeçûnên li ser qadên navneteweyî û herêmî hatin nîqaşkirin. Di nîqaşê de girîngî ji bo rewşa Sûriyeyê hat dayîn, li kêleka wê jî asoyên hevkariya siberojê di navbera her du aliyan de di tevahî warên rêxistin girîngiyê didiyê hatin nîqşakirin.

Sekreterê Giştî yê Rêxistinê Dr. Mihemed Îhsan der barê armancên rêxistinê û rola wê di geşkirina têkiliyên hevkariyê ya navbera gelan de di tevahî waran de hatin şîrovekirin. Sekreter mertal û pirtûkên ji berhema xwe dan Îlham Ehmed.

(fQ)