Şehbaz Şerîf: Ji danûstandinên nû yên Amerîka-Îranê geşbînim

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf li ser gengaziya ku gereke nû ya danûstandinan di navbera DYA û Îranê de li Îslamabadê were lidarxistin, geşbîniya xwe anî ziman.

Şehbaz Şerîf: Ji danûstandinên nû yên Amerîka-Îranê geşbînim
18 gulan, 2026   19:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ku welatê wî bi mehan e hewlên navbeynkariyê dimeşîne îro got: "Em hemû hewldanan dikin ku aştiyeke mayînde" di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de misoger bikin.

Şerîf da zanîn ku Îslamabad li ser lidarxistina gereke nû ya danûstandinan di navbera her du aliyan de geşbîn e.

(fr)