Şandeya Zanîngeha Kobanê serdana Zanîngeha Evh Bochum a Almanî kir

Di çarçoveya gera xwe ya li Ewropayê de, Hevserokêa Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim îro serdana Zanîngeha EvH Bochum a bajarê Bochum a Almanayê kir.

Şandeya Zanîngeha Kobanê serdana Zanîngeha Evh Bochum a Almanî kir
9 hezîran, 2026   23:14
KOBANÊ

Şandeya Zanîngeha Kobanê îro bi awayekî fermî serdana Zanîngeha EvH Bochum a Almanî kir û ji aliyê Profesor Dr. Jinor Gadry ve hate pêşwazîkirin. Her du aliyan hevdîtinek li dar xist, piştre hevdîtinek fermî bi serokê zanîngehê, Profesor Dr. Sigrid Graumann re pêk anî. Di civînê de pêşdeçûnên li Sûriye û Rojava, û her wiha rewşa heyî ya Zanîngeha Kobanê û armancên gera wê ya Ewropî hatin nirxandin.

Ji Şandeya Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim diyar kir ku zanîngeh dixwaze tora têkiliyên xwe yên akademîk bi zanîngehên navneteweyî re berfireh bike, bi vî rengî derfetên nû ji bo perwerdehiyê, lêkolînên zanistî û bernameyên danûstandina akademîk ji bo hem xwendekar û hem jî endamên fakulteyê biafirîne.

Her du alî li hev kir ku ji bo îmzekirina Memorandumek Têgihîştinê (MoU) bixebitin, ku dê di pêşerojê de rê li ber hevkariyên akademîk ên fermî di navbera her du saziyan de veke.

Zanîngeha EvH Bochum saziyek akademîk e ku pisporê warên zanistên civakî û teolojiya Xiristiyan e. Nêzîkî 2,700 xwendekarên wê hene û têkiliyên hevkariyê yên berfireh bi hejmarek zanîngehên Alman û navneteweyî re diparêze.

Ev serdan beşek ji stratejiya Zanîngeha Kobanê ye ji bo xurtkirina hebûna xwe ya navneteweyî, pêşxistina hevkariyên xwe yên akademîk û xebata ji bo berfirehkirina naskirina navneteweyî ya bawernameyên xwe.

Girêdayî mijarê mamoste Şervan Muslim, digel Rêvebirê Nivîsgeha Têkiliyên Navneteweyî, Dr. Eşref Mehmûd, vê dawiyê rêzehevdîtinên fermî bi rêveberiyên çend zanîngehên Ewropî re, di nav de Zanîngeha Szczecin li Polonyayê, zanîngehên Frankfurt û Essenê re pêk anîn.

Di çarçoveya hewldanên berdewam ên ji bo başkirina cihê Zanîngeha Kobanê li ser qada akademîk a navneteweyî de, tê payîn ku di rojên pêş de hevdîtinên din jî werin kirin.

(fr)

ANHA