Ragihandina Îsraîlê: Di danûstandinên Îsraîlê û Lubnanê de pêşketin çêbû

Ragihandina Îsraîlê daxuyand ku di danûstandinên bi navbeynkariya Amerîkayê ya navbera Lubnan û Îsraîlê de pêşketin heye.

Ragihandina Îsraîlê: Di danûstandinên Îsraîlê û Lubnanê de pêşketin çêbû
9 hezîran, 2026   23:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala 13ˊan a Îsraîlê îro ragihand ku di danûstandinên dawî yên bi pêşengiya Amerîkayê yên di navbera Îsraîl û Lubnanê de pêşketin çêbûye.

Kanalê da zanîn "li gorî lihevkirinan, artêşa Îsraîlê dê li çeperên xwe yên li başûr bimîne, agirbestek ji Lubnanê dê were bicîhanîn û artêşa Lubnanê dê were perwerdekirin ku deverên ku artêşa Îsraîlê jê vekişe kontrol bike."

Serokê Lubnanê Joseph Aoun îro diyar kiribû ku vekişîna Îsraîlê dê bihêle ku Lubnan desthilatdariya xwe berfireh bike, diyardeyên çekdarî biqedîne û her hincetek ji bo hebûna çekan ji bilî yên dewleta rewa û hêzên wê yên çekdar ji holê rake.

(fr)