Şandeya Yekitiya Êzîdiyên Sûriyê serdana Rêveberiya Xweser kir

Şandeya Yekitiya Êzîdiyên Sûriyê ya ku ji Ewropayê hatiye serdana Meclisa Gelan a Demokratîk û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Şandeya Yekitiya Êzîdiyên Sûriyê serdana Rêveberiya Xweser kir
8 nîsan, 2024   21:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Şande ji aliyê nûnerên desteyên hevseroketiyê yên Meclisa Gelan a Demokratîk û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de geşedanên siyasî û civakî yên li Sûriyeyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet hatin nîqaşkirin

Şandeyê keda saziyên Rêveberiya Xweser ji bo parastina şêniyan û pêkanîna jiyana hevbeş di nav pêkhateyên herêmê de silav kir.

Şandeyê der barê xurtkirina diyalogê nava ol û etnîkên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser re nîşan da.

(mh)