ˊTecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya navneteweyî hatin nirxandinˊ

Pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya rêxistinên mafên microvan, di serî de NYˊyê û YEˊyê binpêkirina mafên mirovan û qelsbûna nirxên demokrasî û jiyana aştiyane ye.

ˊTecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya navneteweyî hatin nirxandinˊ
9 nîsan, 2024   02:35
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Hunermend û çalakgerên siyasî yên ji navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dewamkirina tecrîdê û tunebûna bersivekê ji daxwazên gel re dualîteya pîvanên dan û standina bi dozên mirovî û hiqûqî re li gel hêzên navneteweyî nîşan dide. 

Hunermend Ewde El Hisên girtina Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û helwesta rêxistinên navneteweyî rexne kir û destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet ji bo tevahî gelên bindest girîng e.

El Hisên wiha got: "Fikrên Rêber Abdullah Ocalan bingeha pêkanîna aştiya civakî ne û ev jî ne tenê ji bo gelekî lê ji bo tevahî gelên ku dixwazin bi awayekî hevbeş û bi aştî bijîn. Ji lew re li şûna girtina wî û bêdengiya li ser girtinê divê were berdan."

Çalakvanê siyasî Mihemed El Xilêf diyar kir ku ji bilî têkoşîna li hember desthilata Tirk a dagirker azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nayê pêkanîn, ji ber ku hêz û rêxistinên navneteweyî di dan û standina dozan de dualîtiyê dikin û mafên mirovan binpê dikin.

El Xilêf wiha domand: "Rêbertî banga parastina mafên jinan û xurtkirina wan di civakê de dike, her wiha banga rizgariyê ji bo pêkanîna edalet û serxwebûnê dike."

Çalakvanê siyasî Fadil El Ehmed jî got: "Li hember vê dozê hêz û rêxistinên navneteweyî bê tevger in û pabendî erkên xwe yên dozên mafên mirovan nabin. Di navbera dewleta Tirk a dagirker, hêz û rêxistinên navneteweyî de jî berjewendiyên hevbeş hene, ji ber wê jî desthilata Tirk ragirtina Rêber Abdullah Ocalan didomîne."

Sal bi sal çalakiyên ji bo banda pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêdetir dibin. Herî dawî jî pêngava cîhanê ya ku di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên seranserî cîhanê dest pê kiriye û gihîştiye zêdetirî 100 dewletan. Lê dîsa jî ev bang û çalakî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û rêxistinên hiqûqî û mirovî ve tên paşguhkirin.

(mh)