Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Qedexeya qismî tedbîreke pêwîst e

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Reqayê Dalîda Mihemed Seîd der barê qedexeya qismî ya çûn û hatinê de diyar kir ku tu gefên rasterast an jî tevliheviya ewlehiyê tune ne, lê qedexe wekî tedbîreke  pêwîst hat ragihandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Qedexeya qismî tedbîreke pêwîst e
26 tebax, 2025   16:12
REQA
MIZGÎN ELÎ

Desteya Hundirîn a Kantona Reqayê 24’ê Tebaxê qedexeyeke qismî ya çûn û hatinê li kantonê ragihandibû. Qedexe saet 00.00’an heya 05.00’an dewam dike.

Têkildarî biryara qedexeyê  endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Reqayê Dalîda Mihemed Seîd ji ajansa me re axivî.

Dalîda diyar kir ku ji ber zêdebûna çalakiyên çeteyên DAIŞ’ê li herêmê, zêdebûna asta şerê taybet ku li ser herêmê tê meşandin, belavkirina îdia û nûçereyên derewîn, her wiha hewldanên belavkirina fitneyan biryara qedexeyê hat dayîn.

Dalîda Mihemed Seîd destnîşan kir ku heya niha tu gefên rasterast an jî tevliheviyên ewlehiyê derketine ku bibe sedema dayîna biryara qedexeyê. Dalîda got, ev biryar wekî tedbîreke pêwîst a pêşîn ji bo parastina istiqrara giştî û pêşxistina ewlehiyê hate dayîn.

Dalîda anî ziman ku qedexeya derketinê gelemperiya kantona Reqayê digire nava xwe û ev li gotinên xwe zêde kir: "Dema qedexeyê diyar e, an ku heya bidawîkirina tedbîrên ku mercên ewlehî yên heyî ferz kirine, qedexe dê were rakirin."

Dalîda Mihemed Seîd destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hemû beşên ji bo parastina civakê û destkeftiyên wê bê navber dixebitin.

(bb)

ANHA