Rejîma Îranê zêdetirî 20 kes destgîr kirin
Desthilata Îranê ji destpêka Tebaxê ve zêdetirî 20 kes destgîr kirin.
Li gorî Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan, rejîma Îranê ji 31’ê Tebaxê ve zêdetirî 20 kes destgîr kirine.
Li gorî rêxistinê, li herêma Balbanabad a girêdayî bajarê Dehlekanê 10 kes, li Mehabadê 4 kes, li Eşnûniya 3 û li herêma Pîranşarê 3 kes hatine destgîrkirin.
Hengawê ragihand ku desthilata Îranê li Mehabadê bi ser malên malbatên qurbaniyên xwepêşandanan de girtiye û çend kes destgîr kirine.
(bb)