Şandeya Meclisa Dêrazorê li gundên El Tabiye û Xeşam geriya

Gundên El Tabiye û Xeşam jî di nav de, 7 gundên li kantona Dêrazorê piştî hilweşîna rejîma Baasê, ji aliyê QSD û Rêveberiya Xweser ve hatin kontrolkirin.

Şandeya Meclisa Dêrazorê li gundên El Tabiye û Xeşam geriya
Şandeya Meclisa Dêrazorê li gundên El Tabiye û Xeşam geriya
Şandeya Meclisa Dêrazorê li gundên El Tabiye û Xeşam geriya
Şandeya Meclisa Dêrazorê li gundên El Tabiye û Xeşam geriya
Şandeya Meclisa Dêrazorê li gundên El Tabiye û Xeşam geriya
Şandeya Meclisa Dêrazorê li gundên El Tabiye û Xeşam geriya
Şandeya Meclisa Dêrazorê li gundên El Tabiye û Xeşam geriya
10 ÇILE, 2025   15:04
DÊRAZOR

Şandeya Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê û Koalîsyona Navneteweyî serdana gundên El Tabiye û Xeşam kir. Şande bi şêniyên gund re hevdîtin kir û li daxwazên wan guhdar kir. 

Şêniyên gundan daxwazên xwe pêşkêş kirin û di serî de xwest dibistan bêne vekirin. Çend mamosteyên her du gundan jî got ku ew amade ne dersan li dibistanan bidin.

Şêniyan her wiha daxwaz kir ku şaredariya El Tabiye ku tiştek tê de nemaye bê vekirin û xeteke avê ji bajarokê El Izbe bo gundan bê kişandin.

(k)