Di girtîgehên hikumeta veguhêz de 3 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di girtîgehên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de di Îlonê de 3 kes di bin îşkenceyê de hatin kuştin.

Di girtîgehên hikumeta veguhêz de 3 kes hatin kuştin
30 îlon, 2025   21:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di girtîgehên Wezareta Hundirîn a Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de di Îlonê de 3 kes hatine kuştin. Her sê kes jî, dem demê, rûbirûyî îşkence û lêdanê mabûn. 

SOHR`ê destnîşan kir ku girtiyek ji Mesakin Berzê ye ku 10`ê Îlonê, piştî ku bi endamekî hêzên ewlehiyê re şer kiriye, hatiye girtin û di girtîgehê de wefat kiriye.

SOHR`ê da zanîn ku yê din ciwanekî xiristiyan e û ji gundê Kefra yê Geliya El Nasara ye. Piştî 15 rojan di girtîgeha Balona ya Humsê de ji ber îşkenceyê wefat kiriye.

Li gorî SOHR`ê yê sêyemîn elewî ye û ji taxa kerim Şemşem a bajarê Humsê ye. Ji aliyê hêzên hikumeta veughêz Adara borî hatibû revandin. Heman kesan, hewl dan malbata wî şantaj bikin ji bo ku pere bibin, lê 29`ê Îlonê cenazeyê wî di nexweşxaneya El Welîd de hate dîtin.

Bi vê daneyê re ku SOHR`ê parve kiriye, ji 8`ê Kanûna 2024`an ve, di girtîgehên hikumeta veguhêz de, 59 girtî di bin îşkenceyê de hatin kuştin.

(şx)