Konferansa Meclisa Jinan a Yekitiya Şaredariyan tê lidarxistin

Konferansa duyemîn a Meclisa Jinan a Yekitiya Şaredariyan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevîbûna 150 delegeyan li bajarê Hesekê dest pê kir.

Konferansa Meclisa Jinan a Yekitiya Şaredariyan tê lidarxistin
Konferansa Meclisa Jinan a Yekitiya Şaredariyan tê lidarxistin
Konferansa Meclisa Jinan a Yekitiya Şaredariyan tê lidarxistin
Konferansa Meclisa Jinan a Yekitiya Şaredariyan tê lidarxistin
28 îlon, 2025   13:50
HESEKÊ

Bi dirûşma "Jina komînal misogeriya avakirina Şaredariyên demokratîk e",  konferansa duyemîn a Meclisa Jinan a Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. Konferans li hola Serdem a bajarê Hesekê bi tevlîbûna 150 delegyan û nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongra Star û nûnerên partiyên siyasî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.

Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo, li ser navê Komîteya Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser axivî. Sîham diyar kir ku civîna wan a îro ne tenê bûyerek, lê belê qonaxek dîrokî ye ku têkoşîna jinan ji bo edalet, wekhevî û beşdariya çalak di rêvebirina karûbarên civakê de nîşan dide.

Sîham destnîşan kir ku jinên li şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebitin, bûne stûneke bingehîn di xebatên ji nû ve avakirina civakê û avakirina siberojeke dadperwer. Her wiha da zanîn ku şaredarî, wekî saziyên herî nêzîkî gel e ku dengê jinan digihîne her tax, her gund û her bajarî.

Sîham di dewama axaftina xwe de anî ziman ku xurtkirina rola jinan di şaredariyan de pêdiviyek neteweyî ye û amûrek sereke di avakirina civatek piralî, dadperwer û hevgirtî de ye.

Sîham Qeryo spasiya tevahî jinên di şaredariyan de dixebitin kir û got: "Hûn îro di cihê biryardanê de ne û serkêşiya guhertinê dikin. Em wek Koordînasyona Jinan bi we serbilind in, piştgiriyê didin we û bi we re di rêya avakirin û rizgariyê de berdewam dikin."

Endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid, di axaftina xwe de diyar kir ku konferansa duyemîn a Meclisa Jinan a Yekitiya Şaredariyan di qonaxek hestyar de tê lidarxistin. Bêrîvan wiha dewam kir, "Kombûna me ya îro bi serê xwe ji bo hemû hêzên herêmî û navneteweyî peyameke ku jinên di Rêveberiya Xweser de xwe birêxistin dikin û kes nikare îradeya wan bişkîne."

Bêrîvan got, "Kes nikare îrade û armanca jinên Sûriyeyê, bi taybetî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyey yên ku tevî hemû hewldanên têkbirina wan, mohra xwe li Şoreşa 19`ê Tîrmehê hiştin, tune bike. "

Bêrîvan destnîşan kir ku jinên li şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karîne pergalek demokratîk ava bikin û bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" de cihê xwe di biryardanê de bigirin.

Bêrîvan Xalid diyar kir  ku jinên li şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevî zehmetiyan û derfetên kêm, karîne herêmê ava bikin û birêxistin bikin û gavên ji bo ji nû ve avakirina wê bavêjin.

Hevseroka Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê  Hêvî Seyid jî axivî û hêvî kir ku encamên konferansê hêjayî keda şehîdan û xeyalên gelên herêmê bin.

Hêvî Seyid got, "Divê em hemû mîrateya şehîdan biparêzin". Her wiha bal kişand ser girîngiya xurtkirina têkoşînê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî.

Konferansê dê bi nirxandina rewşa siyasî, xwendina nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan, pêşangana sînevizyonê û xwendina rêziknameyê berdewam bikin.

(k)

ANHA