Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket 

Endamên Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin.

Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket 
2 kanûn, 2025   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwekîla Meclisa Tirkiyê û endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol, ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin. 

 Şande, piştî hevdîtina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê cara ewil e diçe serdanê.