Şandeya "Free Burma Rangers" tev li çalakiyên Tişrînê bû
Şandeya Rêxistina "Free Burma Rangers" tev li çalakiyên nobedarên Bendava Tişrînê bû û pesna berxwedana dîrokî ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li bendavê da, di heman demê de komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên pêk anîne şermezar kirin.
Ji bo şopandina rewşa li Bendava Tişrînê û zirarên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li benavê bûne, her wiha ji bo pêşkêşkirina alîkariyên tundirstî ji birîndaran re, şandeyek Rêxistina "Free Burma Rangers" ya Amerîkî û mirovî serdana bendavê kir.
Nobedarên bendavê bi diruşmên silavkirina berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û tilîliyên dayikan pêşwaziya şandeyê kir.
Di çalakiyên li ser laşê bendavê çêbûne de, li ser navê tîma Rêxistina "Free Burma Rangers" berpirsê rêxistinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dawûd Şengalî axivî û got: "Ez we spas dikim, gelekan ji we, pirsên ku ez îro li bendavê me û çawa hîs dikim, kirin. Dema Bendava Tişrînê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin ez hatim vir û îro jî careke din li vir im û pir kêfxweş im."
Şengalî xemgîniya xwe ya ji ber komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li Bendava Tişrînê kirine anî ziman û got: "Ez, ji bo şehîdên li vê qadê çêbûne pir xemgîn im, ne tenê ji bo QSD’ê, her wiha ji sivîlên beşdarî vê berxwedanê bûne jî xemîng im. Êşên we jiyane mezin in. lê dema min hûn niha dîtin, min nas kir ku hûn gelekî teslîm nabin, çima? Ji ber ku hûn gelekî aşiqê azadiyê ne û hûn teqez bi ser bikevin."
Di dawiyê de keça Şengalî, Zozan ku ew jî pê re bû stranek bi zimanê ingilîzî got.
Ji 8’ê Çileyê ve, gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina herêmê û Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li Bendava Tişrînê ye.
(fr)
ANHA