Şandeya DEM Partî ji Îmraliyê vegeriya

Şandeya DEM Partiyê li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û got hevdîtin 4 saetan dom kir.

Şandeya DEM Partî ji Îmraliyê vegeriya
22 ÇILE, 2025   17:13
 NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. DEM Partiyê ragihand ku di şandeya wan de Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan cih girtine.

Hat zanîn ku hevdîtina di navbera Şandeya DEM Partiyê û Abdullah Ocalan de 4 saetan dewam kir. Şande, piştî hevdîtinê ji Îmraliyê vegeriya.

Şandeya Îmraliyê wê sibe daxuyaniyekê der barê hevdîtinê de bide.