Dagirkeran dîsa êrişî berxwedêrên Tişrînê kir, birîndar hene

Dewleta Tirk a qirkir û hov dîsa berxwedêrên li Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin. Li gorî agahiyên destpêkê birîndar hene.

Dagirkeran dîsa êrişî berxwedêrên Tişrînê kir, birîndar hene
22 ÇILE, 2025   17:31
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Dewleta Tirk a dagirker îro, careke din êrişî sivîlên li Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. li gorî agahiyên destpêkê birîndar hene.

Ev cara 6ˋan e ku berxwedêrên li Bendava Tişrînê tên bombebarankirin û 11ˋan caran jî karwanên wesayîtên gel ên ber bi bendavê ve diçin, hatin hedefgirtin.

Ji Kanûna borî ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişeke berfireh li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin û bi awayekî dijî jî gundewarên Kobanê û Bendava Tişrînê tên hedefgirtin.

(fr)

ANHA