Encamnameya sempozyûma piştgiriya zanîngehan derket

Di encamnameya sempozyûma ku ji bo piştgiriya zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû lidarxistin de, saziyên ku xebatên li ser asta navnetewî dikin piştgiriya xwe ji bo zanîngehan nîşan dan û ji bo bilindkirina asta zanistî jî soz da ku ji bo pêdiviyên zanîngehan bibin bersiv.

Encamnameya sempozyûma piştgiriya zanîngehan derket
26 sibat, 2025   17:31
QAMIŞLO

Di 20`ê Sibatê (2025) li hola Zanîngeha Rojava ji aliyê Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Navenda Piştgiriyê ji bo Zanîngehên Alternatîf (The Center For Solidarity with Alternative Universities (CSUA)) ve di bin dirûşma “Dekolonîzekirina zanîn û zanistê, şikandina tecrîdê û hunandina piştgiriyê bi zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê/Rojava re” sempozyûmek hatibû lidarxistin.

Beriya bidawîkirina sempozyûmê, ew bi awayeke online di navbera Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (ZBRS), Navenda Piştgiriya bi Zanîngehên Alternatîf re (CSUA), Kurd-Akad (Tora Akademsyenên Kurd) û Tevna Navneteweyî ya Piştgiriya bi ZBRS’yê dewam kir û bi encamnameyekê bi dawî bû.

Îro Komîteya Amadekar a sempozyûma encamname ragihand. Naveroka encamnameya sempozyûmê wiha ye:

“Me di sempozyûmê de bingeh, zehmetî û derfetên ji bo piştgirî û dekolonîzekirina zanistê guftûgo kirin. Gava me ev kir, me piştgiriya zanistê û dekolonîzekirina wê weke du stûnên ji hev qut nabin, nirxandin.

Bi bîreweriya ku piştgiriya bi zanîngehan re bi parastina mafê wan ê hebûn, xwebirêxistinkirin û avakirina civakeke di zemîn de demokratîk, civakî û ekolojîk adil dest pê dike.

Gava em pê zanibin ku perwerde binirxtirîn milkê civakeke azad e, hingê giringtir e mirov piştgiriyê îfade bike û wê bijî. Ji xwe, di dawiya dawî de êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bandorê li zanîngehan jî dikin. Ev bandor dikare ew çendê hovane be ku dewleta Tirk bi balefirên bêmirov êrişî xwepêşandêrên sivîl jî bike. Di encama van êrişan de ji Kanûna par ve bi dehan welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûn. Yek ji van jî xwendekara Zanîngeha Rojava Ronîza Mihemed bû. Dewleta Tirk ew bi êrişa xwe ya 15`ê Çileyê 2025`an ya li dijî Bendava Tişrînê de şehîd kir. Me jî ev sempozyûma xwe diyarî rihê wê yê pakrewan kir.

Divê em zanîngehan danexin wê asta ku ew tenê zanînê hilberînin û perwerde bikin, ji bo ku rewşa heyî bimîne. Berevajî vê, zanîngeh divê li bereya pêş bin ji bo guherîn, înternasyonalîzm û edaleta civakî ya kurewî.

Tevgera azadiyê ya Kurdistanê, ji bo vê stûnên esasî damezirandin, ji ber ku têkoşîna wê, ji bo rizgarkirina gelê Kurd e, ji tepisandina mêtingeriyê û ji wê û wê de jî, ew dixwaze mêtingeriyê di mejiyan de, di perwerde û hilberîna zanînê de jî bi dawî bike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku pirrqewmî û pirrdînî ye, ev bêhtirî deh salan e ku ev hizrên azadiyê avakirina demokrasiyeke li ser zemînê civakê xurt dikin. Gava vê dikin jî azadî û rizgariya jinê li navendê bi cih dikin.

Sempozyûmê zanîna dekolonîzeker li kokên têkoşînê vegerandin, ya ku dixwaze civakên xwerêveber ên demokratîk ava bike. Nexasim jî zanîngehên nû ava dibin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya xweser, beşdarker in. Ew bi mijar, metodolojî û avahiyên xwe yên rêxistinî demokratîk in.  

Di sempozyûmê de zanîngehên li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê – Zanîngeha Rojava li Qamişloyê, Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha El Şerq li Reqayê – avahiya xwe, babet û beşên xwe yên perwerde û lêkolînê, destketî û zehmetiyên xwe dan nasîn. Ji vir jî gelek têkiliyên bi civakê û pêdiviyên civakê re ji bo bipêşxistina civakeke demokratîk, ekolojîk û jin tê de azad a ku xwe dispêre xweseriya demokratîk, eşkere bûn.  

Sempozyûm li ser çar komên xebatê ava bû: Hevkariya Navneteweyî ji bo Dersdayînê, Hevkariya Navneteweyî ji bo Lêkolînê, Werger û Xwegihandina Çavkaniyan, Naskirin û Qebûla ZBRS’yê. Ev komên xebatê Mijdara 2024’an hatibûn avakirin û bi awayekî bi rêkûpêk civiyabûn, wan encamên xwe yên demkî di sempozyûmê de pêşkêş kirin. Akademîsyen û xwendekarên din ên ji welatên cihê jî di dema civînên komên xebatê li sempozyûmê de beşdar bûn û bûn beşek ji guftûgoyên ku rê li ber gelek fikr û hizrên nû vekir.

Gelek fikrên kampanyayan ên ji bo xurtkirina piştgiriya pratîk hêviyê didin me ku em dikarin bibin palpiştên erka ZBRS’yê: xizmetê ji civakê re bikin, hewl bidin pirsgirêkên wê çareser bikin û bersivê bidin pirsên wê yên lezgîn.  

Em bi biryar in ku em piştgiriya xwe nîşan bidin, tevnên xwe ava bikin, xebata hevkariyê ya heyî berfireh bikin û zanistê dekolonîze bikin. Zanist lazim e vegere kokên xwe, yanî vegere li xizmeta civakê.”

(sb/fr)

ANHA