Şandeya Bakurê Kurdistanê serdana Kongra Star kir

Şandeya DEM Partiyê û saziyên Bakurê Kurdistanê serdana Kongra Star kir. Piştî ku serdana Şandeya Kurdî û Daireya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin, dê civînek çapemeniyê li dar bixin.

Şandeya Bakurê Kurdistanê serdana Kongra Star kir
22 ÇILE, 2026   13:00
QAMIŞLO

Şandeya DEM Partiyê piştî serdana Navenda Giştî ya PYD’ê, serdana Kongra Star kir. Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo û gelek endamên wê pêşwaziya şandeyê kir. 

Hevdîtin ji ragihandinê re girtî didome.

Dê şande piştî hevdîtina Kongra Star re serdana Şandeya Kurdî û Daireya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.

Piştî hevdîtinan li ser naveroka hevdîtinan dê civîneke çapemeniyê were lidarxistin.

Şande, ji hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, hevberdevkên Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz û Îmam Taşcier, berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu, berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîmen Fîdan, dayika sştiyê Asya Tay, rêveberê Komeleya Hiqîqnasan a ji bo Azadiyê (OHD)’ê Mehmet Alî Aslan, endamê Kongreya Îslama Demokratîk Alî Angay, parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, serokê Baroya Mêrdînê Ehmed Duyan pêk tê.

(bî-jh)

ANHA