Şandeya Amerîkayê û Putin civiyan

Putin bi Witkoff û Kushner re li ser çareserkirina nakokiya Ukraynayê nîqaş kir.

Şandeya Amerîkayê û Putin civiyan
5 îlon, 2026   23:34
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Taybet ê DYA‘yê Steve Witkopf û zavayê Serok Donald Trump Jared Kushner ku îro gihaştin Moskovê û bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re civiyan.

Di destpêka civînê de, Putin diyar kir ku Moskow amade ye nêrîna xwe li ser rewşê pêşkêş bike û destnîşan kir ku têkiliyên wiha "her gav sûdmend in".

Putin pesnê hewldanên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ji bo çareserkirina nakokiyan da û anî ziman ku asta baweriya bi Witkoff û Kushner re pir bilind e.

Steve Witkopf û Jared Kushner di çarçoveya hewldanên domdar ên Amerîkayê yên di navbera Rûsya û Ukraynayê de îro gihîştibûn Moskovê. Piştî hevdîtina bi Putin re, dê ber xwe bidin Kîevê da ku bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re bicivin.

Li ser vê serdanê Putin êrişên hewayî yên li ser Kîevê 3 rojan rawestand.

(bb)