Îsraîlê gundewarên Şam û Quneytrayê topbaran kirin

Hêzên Îsraîlê derdora bajarokên El Refîd û Beyt El Cin ên gundewarên Quneytra û Şamê topbaran kirin.

Îsraîlê gundewarên Şam û Quneytrayê topbaran kirin
5 îlon, 2026   23:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê derdora bajarokê El Refîd ê gundewarên başûrê Quneytrayê bi 7 guleyên obîsan topbaran kir. Der barê encamên topbaranê de agahî nehatin bidestxistin.

Girê Bat El Werd ê derdora bajarokê Beyt El Cin ê gundewarên rojavayê Şamê jî bi obîsên giran hat topbarankirin. Di vê topbarnaê de tu zerarên madî û canî çênebûne.

Li gorî SOHR‘ê,  artêşa Îsraîlê ji destpêka îsal (2026) ve zêdetirî 6 êrişên hewayî û 60 êrişên bejahî li Sûriyeyê pêk anîne.

SOHR‘ê diyar kir ku di encama van êrişan de nêzîkî 13 hedef (depoyên çekan, baregeh, navend û alavên rejîma Baasê) hatin rûxandin.

(bb)