Şandek ji Iraqê li Tirkiyeyê ye
Balyozê Iraqê yê li Enqereyê diyarkir ku şandek ji Iraqê gihiştiye Tirkiyeyê û wê serokwezîrê Iraqê jî di nava vê heftiyê de serdana Tirkiyeyê bike.

Balyozê Iraqê yê Enqereyê Macid Lecmawî bi daxuyaniyekê ragihand ku şandek ji bo amadekariyên serdana vê heftiyê ya serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ya ji bo Tirkiyeyê, îro gihiştine Tirkiyeyê.
Li gorî daxuyaniyê şandeya îro bi serokatiya serokê Pişka Welatên Cîran ya li Wezareta Karên Derve ya Iraqê Mihemed Reza Hisênî, nûnerên wezaret û saziyên peywendîdar ên Iraqê gihiştine Tirkiyeyê.
Tê gotin wê peymanên di warê ewlekarî, veguhestin, perwerde, pîşesazî û aboriyê de werin îmzekirin.
Li gorî daxuyaniyê wê serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî jî nava heftiyê de serdana Tirkiyeyê bike û mijarên weke enerjî, bazirganî û ewlekarî di rojeva wî de hene.
Hêjayî gotinê ye Wezîrê Veguhestinê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu jî beriya niha ragihandibû ku wê serokwezîrê Iraqê di nava çend rojên bê de serdana Tirkiyeyê bike û serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî di nava salê de serdana Iraqê bike.