Li Humisê rojnamevanek hat qetilkirin

Hate ragihandin ku komên çekdar li Siwêdayê li rojnamevanan dan û li Humisê jî rojnamevanek hat qetilkirin. YRA’yê ji bo parastina rojnamevanan bang kir.

Li Humisê rojnamevanek hat qetilkirin
5 gulan, 2025   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (4 Gulanê) komeke çekdar li nêzî çerxerêya Polîsên Leşkerî ya li bajarê Siwêdayê li rojnamevanan dan. Hate diyarkirin ku rojnamevan dema diçûn avahiya parêzgeriyê ya Siwêdayê da ku peymana di navbera şêxên bajar û desthilata Şamê de bişopînin, ji aliyê çekdaran ve hatin sekinandin û li wan hatin xistin.

Hate zanîn ku ji rojnamevanên ku lêdan xwarine, Ehmed Felaha, Muawiya El Etreş, Mihemed Harûn, Îbrahîm Tirêsî, Emar Istêfî û Amir El Asî ne.

Li gorî agahiyan, piştî mudaxeleya niştecihên bajar rojnamevan hatin rizgarkirin.

Rojnamevanên ku lêdan xwarine, diyar kirin ku çekdaran gotinên xirab ji wan re kirine, gele li nêzî wan teqandin, her wiha gefa kuştinê li wan xwarin û teknîk û pêdiviyên wan ên şexsê ji wan standine.

Li gundewarê rojavayê Humisê jî rojnamevan Mihemed Îsmaîl ku di radyoyeke xwecih de kar dike, hat qetilkirin.

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) qetilkirina rojnamevan Mihemed Îsmaîl û binpêkirinên li dijî rojnamevanan şermezar kir û bang li aliyên têkildar kir ku binpêkirinên li dijî rojnamevanan rawestînin.

(bb)