Salvegera demzerandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinan hate pîrozkirin
Bi boneya salvgera 10’an a demzerandina Hêzên a Ewlekariya Hundirîn a Jinan a Kantona Efrîn-Şehbayê şahiyek hat lidarxistin.
Bi boneya salvegera 10’an a damezirandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinan a Kantona Efrîn-Şehbayê şahiyek li Hola Diyar a li bajarokê Ehdasê hat lidarxistin.
Şahî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinan ve bi amadebûna bi dehan endamên û nunerên saziyên Rêveberiya Xweser hat lidarxistin.
Di şahiyê de Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Efrîn- Şehbayê Elîf Mihemed axivî.
Elîf salvegera demezrandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinan li Rêber Abdullah Ocalan, tevahî endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û tevahî şehîdên azadiyê pîroz kir û di kesayeta şehîd Zîlan de tevahî şehîd bi bîr anîn.
Elî got : "Divê em tu carî di xebatê xwe de kêmasiyan nekin û em ê di her kêliyê de ji bo rewşa awerte amede bin. Dê têkoşîna me heta rizgarkirina herêmên dagirkirî berdewam bike."
Elîf wiha axaftina xwe dawî kir: "Em bi fikr û felsefeya Rêber Apo gihiştin vê rojê. Em soza xwe li hemberî gelê xwe û tevahî şehîdên Kurdistanê nû dikin ku em ê bibin şopdarê rêya şehîdan. Armaca me ya sereke jî rizgarkirina herêmên dagirkirî ye."
Piştî axaftinan govend ji aliyê beşdaran ve hatin gerandin.
ANHA