Salih Bozan ê bav û bapîrê şehîdan wefat kir

Bavê şehîd Fadil û bapîrê şehîd Ciwan, Salih Îbrahîm Bozan di temenê xwe yê 77 saliyê de wefat kir.

Salih Bozan ê bav û bapîrê şehîdan wefat kir
28 ÇILE, 2025   12:55
QAMIŞLO

Salih Îbrahîm Bozan ku bi navê Bavê Fadil tê naskirin, duh (27 Çile) ji ber krîza dil wefat kir.

Salih Bozan di salên 1980ˈyî yên sedsala borî de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir. Salih bavê 11 kuran û keçekê ye, kurê wî Fadil şervanekî QSDˈê bû û di 12ˈê Cotmeha 2019ˈan de di berxwedana li Serêkaniyê de şehîd bûye. Neviyê wî Ciwan Fadil Bozan jî di 6ˈê Hezîrana 2022ˈyan de tev li QSDˈê bûbû û di 27ˈê Tîrmeha 2022ˈyan de li bajarê Girkê Legê şehîd bû.

Salih Îbrahîm Bozan sala 1947ˈan li bajarokê Zerzûrî yê bajarê Serêkaniyê ji dayik bûye û duh di 77 saliya xwe de li bajarê Girkê Legê koça dawîn kir.

Cenazeyê Salih Bozan dê li goristana bajarê Girkê Legê were definkirin.

(bb)

ANHA