Di çalakiyên gerîla de dadarek, konteynirek û 2 kon hatin îmhakirin

Di çalakiyên hewayî yên Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ên li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker de radarek, konteynirek û 2 kon hatin îmhakirin.

Di çalakiyên gerîla de dadarek, konteynirek û 2 kon hatin îmhakirin
28 ÇILE, 2025   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

"Yekîneya Şehîd Axîn Mûş;

24'ê Çileyê saet di 12:15'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin. Di vê çalakiyê de sîstemeke radarê hate îmhakirin.

25'ê Çileyê saet di 13:15'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Di çalakiyê de konteynirek hate îmhakirin.

26'ê Çileyê saet di 14:53'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 kon hatin îmhakirin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

23'yê Çileyê saet di 12:17'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

24'ê Çileyê saet di 11:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

22'yê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

26'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

Di navbera 23-27'ê Çileyê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Lolan, Goşînê, Berbizinê û Şehîd Şerîf 8 caran, li Herêma Garê qadên Dêreşê, Dêrik, Girê Zengil, Ergenê, Mêranê, Yekmalê, Girê Mesken, Deşta Kafya 22 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Serê Metîna û Şêlazê 5 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê 3 caran; bi giştî 38 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

25'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 13 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.”