Şagirtên Şehîd Gulistan: Rastiya jin û jiyanê fêrî me kir

Rojnamevanên jin ên ji aliyê Şehîd Gulistan Tara ve hatine perwerdekirin, destnîşan kirin ku wan heskirina jiyanê û rastiya jinê ji Şehîd Gulistan fêr bûne û ew ê şopdarên rêya wê bin.

Şagirtên Şehîd Gulistan: Rastiya jin û jiyanê fêrî me kir
28 tebax, 2024   04:10
QAMISLO
SÎMA BIROKÊ

Rojnamevan Gulistan Tara ku 23’yê Tebaxa 2024’an li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê di encama bombebarana artêşa dewleta Tirk a dagirker de li gel rojnamevan Hêro Behadîn şehîd bû, şopek mezin li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî hiştiye, gelek rojnamevan perwerde kirine. 

 Şagirtên Şehîd Gulistan Tara ku niha li ser şopa wê xebatên ragihandina jin dimeşînin, hestên xwe ji ANHA’yê re anîn ziman.

Nûçegihana Jin TV Loristan Derwêş sala 2019`an dest bi xebatê kiriye û destpêkê Şehîd Gulistan nas kiriye, bi rêya wê fêrî rojnamevaniyê bûye.

‘BI SAYA WÊ ME HESKIRINA JIYANÊ Û RASTIYA JINÊ NAS KIR’

Loristan Derwêş diyar kir ku Şehîd Gulistan xwedî dilek fireh bû, bi perwerdeyên xwe yên fikrî û meslekî dihişt ku mirov ji jiyan û xebatê hez bike û wiha got: “Hişt ku ez kesayet, armanc û rastiya jinê nas bikim.”

Bi gotinên, “Ji bo gihandina armanca xwe bi israr bû” Loristan Derwêş bal kişand ser biryardariya Şehîd Gulistan a ji bo serkeftinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev yek digihand şagirtên xwe jî, bi derdora xwe re di nava danûstendineke ji dil de bû. Ez li ser vî esasî karê xwe didomînim. Em ê taybetmendiyên wê yên xweşik belav bikin. Em ê riha ku wê fêrî me kiriye, fêrî nifşên li dû xwe bikin.”

‘STÛNEK JI STÛNÊN RAGIHANDINA JIN BÛ’

Endama Rêveberiya Ofîsa Jin TV a Kantona Firatê Zozan Remedan jî di 2018`an de Şehîd Gulistan Tara nas kiriye û pê re xebat meşandiye. Zozan Remedan destnîşan kir Şehîd Gulistan ji bo wan heval û mamosteyeke hêja bû û hestên xwe wiha anîn ziman: “Stûnek ji stûnên ragihandina jin bû. Di ber me de kedeke pir mezin da ku em bigihîjin vê astê. Giraniyek wê ya mezin hebû. Lewma ziman li ber vegotina keda wê lal dibe.”

‘EM Ê LI SER RÊYA WÊ BIN’

Zozanê anî ziman her careke ku ew bi zehmetiyan re rû bi rû diman, Şehîd Gulistan alîkariya wan dikir, niha bi vê hêzê kar dimeşînin û gotinên xwe wiha bidawî kirin: “Em hemû hêza xwe ji pêşengên ragihandina azad digirin, niha em xwe zêdetir berpirsyar dibînin. Em ê rastiya dagirkeran kêlî bi kêlî bişopînin û ji raya giştî re ragihînin. Em soz didin ku bi nivîs, deng û çavê heqîqetê li ser rêya Şehîd Gulistan bin.”

GULISTAN TARA

Rojnamevan Gulistan Tara 24’ê Çileya 1983’yan li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz a ku gelekî rastî zilm û zordariya dagirkeran hatiye, ji dayik bûye. Di sala 1999`an, di 16 saliya xwe de ji bo azadiya gelê xwe dest bi têkoşînê dike, ji sala 2000`î ve jî xebatên çapemaniya azad dane meşandin.

Di oxira ragihandina azad, rêya şopandina heqîqetê, ji bo nîşandayîna rewşa jinan û siyaseta dagirkerên Kurdistanê li Rojava, Başûrê Kurdistanê û gelek qadên din pêşengtî kiriye.

Herî dawî li Başûrê Kurdistanê xebata xwe ya di xeta çapemaniya azad de didomand. Roja 23’ê Tebaxê (2024) dema bi komek rojnamevanan re ji bo xebatekê çû navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê, wesayîta wan ji aliyê balafirek bê mirov û biçek a dewelat Tirk ve hat bombebarankirin. Di encama êrişê de Gulistan Tara û rojnamevan Hêro Behadîn şehîd bûn.

(a)

ANHA