ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28 - 8 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28 - 8 – 2024
28 tebax, 2024   02:00

Şêniyên bajarê Amûdê li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir ku ew ê rabin ser pêyan û diyar kir ku daxwaza bidawîkirina tecrîdê, erka her kesî ye.

Rojnamevanên jin ên ji aliyê Şehîd Gulistan Tara ve hatine perwerdekirin, destnîşan kirin ku wan heskirina jiyanê û rastiya jinê ji Şehîd Gulistan fêr bûne û ew ê şopdarên rêya wê bin.

Li Başûrê Kurdistanê di 31 salan de 34 rojnamevan ji aliyê dewleta Tirk û PDK'ê ve hatin qetilkirin.

Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya plansaziya xwe ya 2024ˊan de ji sedî 80ˊê projeyên xwe yên qîrkirinê pêk anîne.

Henîfe Osman astengdar e lê ji xwe re nekir pirsgirêk û xeyala xwe pêk anî. Bi rêya xêzkariyê xeyal û hestên xwe reva dike û tabloyên çêdike.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarê Tirbespiyê ya kantona Cizîrê bi sernavê ˊŞerê gel ê şoreşgerîˊ li navenda ciwanan panelekê li dar dixe, saet 11:00ˊan (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi sponseriya Tevgera Mezopotayma ya Çand û Hunera Demokratîk bi diruşma ˊJi Rêber Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserîˊ li Parka Xabûr a Hesekê çalakiyekê li dar dixe, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)