Kongra Star: Em ê ji bo pêkanîna xeyalên Gulistan û Hêro li ber xwe bidin

Meclisa Kongra Star diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên li ser rojnamevanan dixwaze dengê heqîqetê qut bike û diyar kir “Ji bo pêkanîna xeyalên Gulistan Tara û Hêro Behadîn em ê li dijî rejîmên neyar û kujerên jinan li ber xwe bidin û bi ser bikevin."

Kongra Star: Em ê ji bo pêkanîna xeyalên Gulistan û Hêro li ber xwe bidin
24 tebax 2024   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û şehîdxistina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn, daxuyaniyekr nivîskî weşand.

Di destpêkê de hate gotin: “Em vê êrişa dewleta Tirk a faşîst û hevkara wê PDK’ê ya li ser wesayeta şirketa medya ya Çeter, şermezar dikin. Di kesayeta şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn de tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîr tînin û şîfayê ji birîndaran re dixwazin.”

‘ÊRIŞA LI SER ROJNAMEVANAN SÛCÊ ŞER E’

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên siyasetmedar, rojnameger û pêşengên civakê wek şerekî sîstematîk hat binavkirin.

Hate diyarkirin ku dewleta Tirk rejîmeke qirker û faşîst e ji azadiya jin ditirse û hate gotin: "Di vê êrişê de careke din sûcê şer kir. Armanca ji vê êrişê şikandina vîna jinan e û di şexsê jinan de vîna civakê tune bike. Bi êrişên li ser jinên rojnamevan hewl dide dengê haqîqetê qut bike. Ev kiryerên sûcê şer in û binpêkirina mafên mirovan e."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişên li dijî xebatkarên çapemeniya azad li warê rewşenbîrî û welatparêzan (Silêmanî) bûyereke neasayî ye. Bang li rêveberiya herêma Başûrê Kurdistanê hat kirin ku li hemberî van êrişan erka xwe bi cih bîne.

‘DIVÊ GELÊ BAŞÛR HELWESTÊ NÎŞAN BIDE’

Di berdewama daxuyaniyê de, di serî de jin, bang li gelê Başûrê Kurdistanê, tevahî sazî û dezgehên Başûrê Kurdistanê hat kirin ku li dijî êrişên dewleta Tirk xwedî helwest bin û ev tişt hat diyarkirin: “Divê em bi hêza rêxistinkirî ya jin bersiva bidin êrişan û li dijî dagirkerî, komkujî, zordestiya dewletên faşîst û dagirker têkoşîna xwe bihêztir bikin."

‘BÊDENGÎ LI BER KOMKUJIYAN VEDIKE’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker tu carî nikarin vîn û hêza jinan lawaz bikin. Li hemberî êrişên qirker û faşîst soza bilindkirina asta têkoşînê hate dayîn û hate gotin: “Tiştek nikare li hemberî têkoşîna me bendan ava bike. Her bêdengiyek rê ji komkujîyan vedike. Lew ra ji her demî zêdetir divê em xwe rêxistin bikin û tekoşînê bilind bikin. Ji bo pêkanîna xeyalên Gulistan Tara û Hêro Behadîn em ê li dijî rejîmên neyar û kujerên jinan li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”

(sb/bb)

ANHA