YRK: Harûn Partîzan şehîd bû

YRK’ê diyar kir ku Harûn Partîzan 3’yê Tîrmehê li herêma Asosê şehîd bûye. YRK’ê diyar kir ku “Em ê her tim li pey rêya şehîdên xwe bin û têkoşîna wan mezintir bikin.”

YRK: Harûn Partîzan şehîd bû
23 tebax 2024   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya şehîdekî xwe aşkera kir. Di daxuyaniya YRK’ê ya li ser mijarê de wiha hate gotin:

“Di dîroka 3’yê meha Tîrmehê de, li herêma Asos rêhevalekî me bi navê Harûn Partîzan dema ku li ser erka xwe ya şoreşgerî bû, di encama qezayekê de dighêje asata şehadetê. Di serî de em ji malbata rêhevalê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Wek gelê me û raya giştî dizane ji destpêka tevgera azadiyê û heta neha gelek keç û xortên giranbûha li beramber parastina destkeftî û hebûna gelê Kurd çanê xwe kirine mertal û heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer kirine û li ber xwe dane. Ev tekoşîna tê meşandin pêwîste mirov pir baş zanibe ku bi saya fedekarî û keda şehîdên riya azadiyê ye. Li ser vî esasî rêhevalê me Harûn Partîzan jî yek ji wan ewladên gelê me yê bi fedekarî û dil wêrekiya xwe heta dawî ew tekoşîn da meşandin û gihişte asata şehadetê.

Hozan Ozdemîr zarokê ku wê bibe serhildêr û di riya serkeftinê de dest bi meşa azadiyê bike. Di sala 1995’an de li Gevera Bakurê welêt çavê xwe li dinyayê vedike. ji ber welatparêziya malbatê dibe zarokekî bi şans ku di zarokatiya xwe de tevgera azadiyê nas dike. Di dema zarokatiyê de ji ber hatin û çûna hevalan ya ji herêma wan re hîn zêdetir naskirina xwe ya ji tevgera Apoyî re kûrtir dibe. Bi hestên welatparêzî tê mezinkirin. Di temenê xwe yê ciwantiyê de tevlî nava kar û xebatan dibe, bi tevlîbûna xwe ya nava kar û xebatan re zanebûna xwe ya ji fikir û felsefeya Rêber Apo re hîn zêdetir ava dibe. Di pêvajoya şerên li bajarên Bakurê Kurdistanê yê sala 2015-2016 an de ew jî mîna gelek ciwanên dil wêrek tevlîbûna xwe ya ji wê pêvajoyê re dide çêkirin û li beramber hovîtiya dewleta Tirk a dagirker şer dike û li ber xwe dide.

Her ku kar dike zanebûna xwe mezin dike li ser vê zanebûna ku jiyan dike, ji bo ku ji pêvajoya heyî re hîn zêdetir bibe bersiv di sala 2019’an de berê xwe dide nava refên gerîla û êdî dest bi meşa xwe ya azadiyê dike. Li çiyayên Kurdistanê piştî ku perwerdeya xwe ya seretayî bi dawî dike bi fedekariyeke bê hempa ji asta tê xwestin zêdetir tevlîbûna xwe ya ji kar û xebatan re raber dike. ji bo ku ji pêvajoya heyî û ji erkên şoreşê re bibe bersiv bi heyecan û mereqeke pir mezin karê xwe bi serkeftî hertim pêktîne. Di dilê her hevalekî de cihê xwe bi hezkirina ku ji rêhevaltiyê re dide diyarkirin cihê xwe çêdike. Di her kêliya jiyanê de asta tevlîbûna ji pêvajoyê re lêhûrbûn dike. li ser wî esasî ji bo ku bikaribe bibe bersiv xwe her tim di îdeolojiya Rêber Apo de kûr dike û xwe perwerde dike. ji bo ku bibe gerîlayekî profesyonel bi mereq û hezkirineke pir mezin di her warî de xwe pêş dixe. Bi van taybetmendiyan re di demek kin de di nava refên me de ji xebatan re pêşengtiyê dike û dibe pêşengekî Apoyî yê ku her tim serkeftinê ava dike. Hevalê me Harûn bi jîrbûn û wêrekiya xwe di gelek astan de fermandarî kir û bû mînaka fermandarekî pêşeng yê dema gerîlatiya serdemê. Ji bo serkeftinê bi eşq û moral, ji bo pêşxistina gerîlatiya modernîteya demokratîk her tim di nava ked û hewldanan de bû. Di salên dawî de ji bo pêkanîna taktîkên demê ji bo pêşxistina şerê tûnel û tîmên bi tevger pêşengtiya fermandariya demê jêre kir û di vê hêlê de bû fermandarekî mînak. Rêhevalê me dema ku di nava van amadekariya de cih digrt, dema li ser erka xwe bû bi qezayekî bê wext re rû bi rû hat û gihişte asta şehadetê. Em wek rêhevalên heval Harûn em ê li eşq û xeyalên wî yên ji bo serkeftinê heta dawî di cihên ku mabû de bi serkeftinê tacîdar bikin.

Di dawî de wek Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê di serî de em ji malbata Şehîdê xwe û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û careke din em didin diyarkirin ku em ê heta dawiyê xwedî li mîrateyên wan hevrêyên xwe derkevin. Em soz didin ku heta dawiyê ji bo ku em xeyalên wan şehîdan bigihînin serkeftinê her tim em ê di rêya van şehîdan de bimeşin û tekoşîna xwe hîn mezintir bikin.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nav û Paşnav: Hozan Ozdemîr
Navê Tevgerê: Harûn Partîzan
Cih û Dîroka Beşdarbûnê: Mexmûr, 2019
Cih û Dîroka Şehadetê: Asos, 3 Tîrmeh 2024