Berpirsê medya dijîtal yê Kampanya Çeter birîndar bû
Ji birîndarên êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeya rojnamevanan a li Silêmaniyê, berpirsê medya dijîtal yê Kampanya Çeter Bêbîn Bekir e.
Dewleta Tirk a dagirker îro li navçeya Seyîdsadiq a ser bi Silêmaniyê ve wesayîtek rojnamevanan bombebaran kir. Di encama êrişê de 2 rojnamevan şehîd bûn, 6 jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku wesayîta ku hatî hedefkirin ya Kompanyaya Çetir a karê medyayê ye.
Di encama êrişê de ji rojnamevan Hêro Behadîn e ku li kompanyaya Çetir ya medyayê kar dike û rojnamevana Gulistan Tara ya xelkê Batmana Bakurê Kurdistanê ye û ji sala 2000’an ve weke têkoşerek çapemeniya azad kar dikir şehîd bûn. Di êrişê de 6 rojnamevan şehîd bûn.
Ji birîndaran rojnamevan Rêbîn Bekir hat zanîn. Bêbîn (30) yê xelkê Silêmaniyê û berpirsê medyaya dîjîtal a Kompanyaya Çetirê ye.
Li gorî agahiyan Rêbîn Bekir li nexweşxaneyeke Silêmaniyê di bin çavdêriya pijîşkî de ye û rewşa wî baş e.