‘Tu qanûnên parastinê li cem dewleta Tirk a dagirker nîn in’

Bavê şehîd Necmedîn Sînan, Feysel Ebdurehman û nûçegihana Jin TV’ê Loristan Derwêş diyar kir ku tu qanûnên parastinê li cem dewleta Tirk a dagirker nîn in û got dê ji her demê bêtir têkoşînê mezin bikin.

‘Tu qanûnên parastinê li cem dewleta Tirk a dagirker nîn in’
‘Tu qanûnên parastinê li cem dewleta Tirk a dagirker nîn in’
‘Tu qanûnên parastinê li cem dewleta Tirk a dagirker nîn in’
23 tebax 2024   14:09
QAMIŞLO
BAZ MORDEM

Dewleta Tirk a dagirker a 23’yê Tebaxa 2023’yan wesayîta Jin TV’yê bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de xebatkarê Jin TV’yê Necmedîn Sînan Ebdurehman şehîd bûbû û nûçegihana kanalê Delîla Egîd bi giranî birîndar bûbû.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker, bavê Şehîd Necmedîn Sînan, Feysel Ebdulrehman û nûçegihana Jin TV’yê Loristan Derwêş ji ajansa me ANHA’yê re axivîn.

Feysel Ebdurehman da zanîn ku îro salvegera yekem a êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser seyareya Jin TV’yê ye û got: “Bûyereke bi êş e. Bavê 4 zarokan bû. Wek ajokarê Jin TV’yê dixebitî. Di qanûnên cîhanî de rojnamevan parastî ne. Lê xuya ye ku tu qanûnên parastinê li cem dewleta Tirk a dagirker nîn in.”

Ebdurehman bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û îşaret bi dagirkirina xakên herêmê û guhertina demografîk a Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir.

Ebdureheman destnîşan kir ku li dijî kiryarên qirêjî yên dewleta Tirk a dagirker cîhan ker, kor û lal e.

Ebdurehmen da zanîn ku hêzên dagirker her tiştî ji bo gelê Kurd rewa dibînin û gotinên xwe wiha domand: “Dema mijar dibe Kurd; li cem dagirkeran qetilkirina jinan, zarokan, pîr û kalan û rojnamevanan rewa ye. Em îro hatine ser goristanê da ku dengê xwe ragihînin cîhanê."

Ebdurehman di dawiya axaftina xwe de êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li saziyên mafên mirovan kir ku li dijî van êrişan helwesta xwe nîşan bidin.

Nûçegihana Jin TV’yê Loristan Derwêş jî da zanîn ku beriya salekê dema hevalên wan ji bo ku dengê jinan bigihînin raya giştî anku dema li ser erka xwe bûn, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat şehîdxistin.

Loristan Derwêş bi bîr xist ku ew bûyer ji wan re çi qas bi êş be jî, lê bîranîna hevalên wan bi israrkirineke mezintir têkoşîna wan xurt kiriye.

Loristan Derwêş di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ew ê di rêya şehîdan de bi armanc û hedefên mezintir di pêşerejê de bibin dengê gelê xwe.

Loristan Derwêş bi domdarî got: “Îro tenê ne li Kurdistanê, lê li tevahî cîhanê li ser rojnamevanan êrişeke tund heye. Bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di govenda azadiyê de jinên Kurd serê govendê dikşînin û hemû pêkhateyên herêmê li der dora govenda azadiyê kom kirin. Lewma armanc û hedefên hêzên dagirker ew e ku têkoşîna heyî lawaz bikin da ku qirkirina gelên azadîxwaz pêk bînin.”

Loristan Derwêş di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dê tu êriş wan neşikînin, berovajî ew ê bêhtir israrkirina bilindkirina têkoşîna xwe bidomînin.

(bb)

ANHA