Rûsyayê 2 bajarokên Ukraynayê kontrol kirin

Rûsyayê ragihand ku wê bajarokên Kodyivka yê li Kharkivê û Bershomarivkayê yê li Donetskê kontrol kirine û bi dehan mûşek û dronan xistine xwarê.

Rûsyayê 2 bajarokên Ukraynayê kontrol kirin
16 tebax, 2026   17:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê di operasyonên leşkerî yên li Ukraynayê de bajarokê Kodyivka yê herêma Kharkivê û Bershomarivka yê Donetskê kontrol kirine.

Di daxuyaniya xwe ya rojane de, wezaretê diyar kir ku hêzên Rûsyayê piştî operasyonan her du bajarok kontrol kirine û destnîşan kir ku hêzên Ukraynayê li gelek eniyan windahî dan.

Wezaretê da zanîn ku parastina hewayî ya Rûsyayê bi dehan mûşek û dronan xistine xwarê, di heman demê de hêzên Rûsyayê li gelek deveran tesîsên leşkerî û yên din ên têkildarî hilberandin û depokirina dronan kirine hedef.

(f)