Ebas Hisên bû cîgirê duyemîn ê parêzgarê Hesekê

Ebas Hisên wekî cîgirê duyemîn a parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed hat tayînkirin.

Ebas Hisên bû cîgirê duyemîn ê parêzgarê Hesekê
16 tebax, 2026   16:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya guhertinên di sazumaniya rêveberiya parêzgeha Hesekê tên kirin û belavkirina postan de, îro Ebas Hisên wekî cîgirê duyemîn ê parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed hat tayînkirin.

Ebas Hisên ku berê rêveberê Gerînendetiya Kar û Barên Siyasî li parêzgeha Hesekê bû, dê li gel cîgirê yekemîn Ehmed El Hîlalî, dosyayên  ku ji wan tên xwestin û koordîneya bi rêveber û aliyên têkildar ên parêzgehê re bişopînin.

(bb)