Rûsya ragihand ku wê bajarokekî din kontrol kiriye

Rûsya ragihand ku wê li Zaporizhyayê bajarokek kontrol kiriye û daxuyand ku 46 dronên Ukraynayê li ser axa Rûsyayê û Deryaya Reş hatin xistin.

Rûsya ragihand ku wê bajarokekî din kontrol kiriye
4 îlon, 2025   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bajarokê Novoselivka yê li Zaporizhia kontrol kirine. 

Di daxuyaniya wezaretê de hate got "Yekîneyên Koma Rojhilat kontrola Novoselivkayê bi dest xistine û pêvajoya kontrolkirina tevahiya Donetskê temam kiriye."

Wezaretê duh ragihandibû ku hêzên wê nîvê bajarê Kupiansk ê herêma Xarkiv kontrol kirine. Roja Sêşema borî jî gotibû, wê serweriya xwe li ser bajarokê Fedorovka ê Donetskê berfireh kiriye.

Wezaretê her wiha daxuyand ku pergala wî ya parastina hewayî şeva borî li ser çend herêmên Rûsyayê û Deryaya Reş 46 dronên Ukraynayê xistine xwarê. Li gorî daxuyaniyê,  24 dron li ser Rostovê, 4 li ser Krasnodar, 2 li ser Volgogradê û 16 li ser Deryaya Reş hatin xistin.

(bb)